Li baregeha hilbijartinê ya Hewlêrê sewat derket
PeyamaKurd- Li Hewlêrê di baregeha Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê de şewat derket û gelek xesar çêbû. Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Abdulhemîd ragihand ku êvarê bi sedemeka ku nayê zanîn, agir bi baregehê ketiye û di şewatê de sindoq û gelek alavên din yên hilbijartinê nema tên bikarnîn.
Abdulhamîd ragihand ku di bûyerê de kes nemiriye tenha zerara maddî heye. Li gor tesbîtên niha zerar bi mîlyon dolara ye. Lêpirsîna mijarê dewam dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin