Li Bakurê Kurdistanê dengdana hilbijartinên saredariyan birêve diçe
PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên şaredariyan hilbijêr ji saet 7:00ê sibehê diçin ser sindoqan.
Bi tevahî li 32 bajaran û bajarê Bakurê Kurdistanê yên Semsûr, Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzingan, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwaz, Dêrsim, Riha, Wan, Batman, Şirnex, Erdexan û Îdirê proseya dengdanê ji demjimêr 07:00 heta 16:00 dewam dike.
Dîmenên ewil ên çûna ser sindoqan ên hilbijêran belav bûn.
Piştî bidawîbûna proseya dengdanê li bajarên Bakurê Kurdistanê wê yekser hejmartina dengan dest pê bike û piştî rabûna qedexeyan jî encamên destpêkê bên belavkirin.
Li bajarên Tirkiyê jî proseya dengdanê li demjimêr 17:00 bidawî dibe û dema fitarê jî wê bênavber karmendên ser sindoqan dest bi hejmartina dengan bikin.
Şandên Yekîtiya Ewropayê jî bi taybet li Diyarbekir û çend bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çavdêriya proseya dengdanê dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin