HILBIJARTIN | Hilbijartinên bakurê Kurdistanê û Tirkîyê dest pê kir
PeyamaKurd – Îro, yekşemê (31.03.2019) li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê 57 milyon dengdêr ji bo hilbijartina rêveberên herêmî diçin ser sindoqan. Li bakurê Kurdistanê proseya dengdanê saet 07.00an û li bajarên dinê ê Tirkîyê jî dengdanê saet 08.00an dest pê kir.
57 MILYON KES LI 194 HEZAR SINDOQAN DENGÊ XWE BI KAR TÎNIN
Ji bo hilbijartina rêveberên mihelî ango herêmî yên ku dê 5 salan li ser wezîfeyê bimînin li gorî agahîyên Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê (YSK) 57 milyon xelkê ji bakurê Kurdistanê û Tirkîyê diçe ser sindoqan û li 194 hezar 390 sindoqan dengê xwe bi kar tîne.
LI BAKUR DENGDAN SAETEKÊ ZÛ DESTPÊ KIR
Li bajarên bakurê Kurdistanê dema dengdanê saet 07.00an dest pê dike û heta 16.00an dewam dike û li bajarên Tirkîyê jî saet 08.00an dest pê dike û 17.00an bi dawî dibe.
Li 30 bajarên mezin 316 namzed, li 51 bajar û 922 navçe û 386 bajarokan jî 7 hezar û 954 namzed ji bo 5 salan bibin şaredar named in.
12 PARTÎ BEŞDARÎ HILBIJARTINAN DIBIN
12 partî û fraksîyon û çendîn namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan dibin. Partîyên ku Beşdarî hilbijartinan dibin ev in:
Partîya Demokratîk a Gelan(HDP), Partîya Komarîya Gel (CHP) Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partîya Tevgera Netewperest (MHP), Partiya IYIyê (IYI), Partîya Komunîstên Tirkîyê (TKP), Partîya Saadetê (SP), Partîya Çepgirîya Demokratîk (DSP), Partîya Yekîtîya Mezin (BBP), Partîya Demokrat (DP) û Partîya Vatanê (VP).
Hêjayî gotinê ye ku kesên werin hilbijartin dê 5 salan li ser kar bimînin. Di çarçoveya tifaqan da AKP û MHP Tifaqa Cumhur, CHP û IYI Partîyê jî Tifaqa Millet pêk anîne.
HDP jî li deverên ku namzed nîşan nedane bi mebesta ‘xurtkirina demokrasîyê’ û ‘lawazkirina desthilata AKP-MHPê’ piştgirîyê dide Tifaqa Milletê ango CHPê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin