Li bajarê Wanê erdhej çêbû

08 îlon 2024 11:19
Li bajarê Wanê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê berê sibehê erdhej çêbû.

Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) ragihand ku li navçeya Tuşba ya Wanê li demijmêr 04.43yan di kûrahiya 11.19 km de erdhejeke bi hêza 3.8 rû da.

Li aliyê din Çavdêrxaneya Kandilli jî meziniya erdhejê wekî 3.9 pile û kûrahiya wê 5 km tomar kir.

Di encama erdhejê de, ti ziyanek nehat ragihandin.