Li bajarê Rihayê 2 bira ketin kanala avê û wenda bûn
21 tebax 2024 03:19
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Harranê 2 bira ketin kanala avê da xwe hînik bikin lê ketin ber pêlên avê û wenda bûn. Her dû bira li gundê an taxa Büyüktürbe ketin avê ku her dû jî biyanîne, navê yekî Yusuf (12) û yê din İsa Hamadi (16) ye.
Tîmên AFADê, tenduristiyê û cendirman bi tîmên noqavê yên cendirmeyan re çûn ciyê bûyerê. Bi sedema hewa tarî bû, dev ji gera li her dû birayan berdan û wê sibê bi rohniyê re dest bi lêgerîna her dû birayan bikin.
Nehat ragihandin bê her dû bira ji kîjan neteweyîne lê tenê ragihandin ku biyanîne. Lê li gor navên wan dibe ku xelkê Sûriyê bin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
Li bajarê Rihayê li xebatkarekî tendursitiyê xistin
18 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin