Li Amerîkayê li ser Herêma Kurdistanê panelek tê lidarxistin
PeyamaKurd – Roja şemiyê 18ê Tîrmehê, ji aliye Kongreya Neteweyî ya Kurd li Bakurê Amerîkayê, bi dema Amerîka piştî nîvro, di saet 13:00an de, wê di bin mijara ‘‘Herêma Kurdistanê: Di Bin Berjewendiyên Hêzên Herêmî û Bandora Wan De’’ panelek bê lidarxistin. Panel dê ji aliyê şarazayên di warê jeopolîtîkî herêmî ve were pêşkêşkirin.
Di vê panelê de, wê di derbarê berjewendiyên gelê Kurd ên li Herêma Rojhilata Navîn ya di bin bandorên hêzên herêmî û cîhaniyan, guftûgo bên kirin.
Kesên bixwazin, dikarin bi awayekî online beşdarî vê panele bibin.
Ji bo xwe tomarkirin û beşdarîkirina panêlê bi rêya online ve, ji kerema xwe vê lînka li jêr bitikînin û xwe tomar bikin.
https://us02web.zoom.us/…/register/WN_9Pz8a8niQOK5oRJGdNmwmw

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin