Li Amerîkayê bobelata berfê 15 can sitend
LPeyamaKurd – Bobelata berfê ya Amerîkayê li seranserê welat kir ku 1,7 milyon xanî û kargehan bê elektrîk hişt û ji ber şertên hewayê jî di qezayan de herî kêm 15 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gor ragihandina NWS ê; bayê ku ji qutba bakûr di ser Kanada de dihat Amerîkayê li rojhilat û orta Amerîkayê ji 2/3 yê wî daye ber xwe û wê heya dawiya heftê dewam bike.
Ji ber leza bobelata berfê di sietê de gihaye 115 km yan û bînahiya çavan li hinek ciyan bûye sifir heya vê bobelata berfê derbas bibe wê texmînen li dora 200 milyon mirov ji bobelatê zerarê bibîne. Germa hewayê li orta û rojhilatê welat bi taybetî li Montana, Dakota başûr eyaleta Wyomingê daketiye bin sifrê heya 45 pileyan.
Serokê Amerîkayê Joe Biden rewşa awarte li eyaletên New York, Virginia, Kentucky, Georgia, Carolina bakûr û Oklahoma di nav de li gelek eyaletan ragihand û xwest ku hemwelatî li peyt fermanan herin.
Malpera ku seferên balafiran dişopîne ya bi navê FlightAware, bi sedema Noelê jî destpêkir û pêdiviya xelkê bi balafiran heye jî, 8 hezar seferan betal kirine û 25 hezar zêdetir sefer paş de xistine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin