Li Amerîkayê balefirek ket: 5 kes mirin

09 adar 2019 19:48
Li Amerîkayê balefirek ket: 5 kes mirin

PeyamaKurd-  Li Amerîkayê balefirekî du motorî kete golekî û di balefirê de 5 kesên ku hebûn hemûyan jiyana xwe ji dest da.

Li eyaleta Florîda ya Amerîkayê, balefira du motorî ya cureya Piper PA-23-250 Aztec ku 5 kes tê de bûn kete golta Okeechobee.

Hat ragehandin ku balefir ji balefirxaneya navnetewî ya Tampa rabûye û xwestiye dakeve balefirxaneya Pahokee û dema xwestiye dakeve bûyer pêkhatiye.

Bûyera şeva borî ber bi sibehê ve demjimêr 03.30ê pêkhat de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.