Li Amerîka êrîsa çekdarî: Kesek mir 20 kes birîndar bûn

17 hezîran 2018 22:06
Li Amerîka êrîsa çekdarî: Kesek mir 20 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li eyaleta New Jersey ya Amerîkayê di mîhrîcana hunerê de gule hatin reşandin. Di encama gulebaranê de kesekî jiyana xwe ji dest da 20 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên çapemeniya herêmî parve kirin, li paytextê New Jersey Trentonê roja şemîyê piştî nîvro mîhrîcana 'Art All Night Trenton 2018’ dest pê kir plan ew bû ku heta roja yekşemê bidome lê bi şev li ser kesên ku beşdarî mîhrîcanê bûne êrîşeke çekdarî hat kirin. Di encama êrîşê de 20 kes bi guleyan birîndar bûn, ji wan birîndaran kesekî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku di nava kesên birîndar de yek ji wan zarok 4 kes di rewşa xweter de ne.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên polîsan ve hat parvekirin, êrîşkar 2 kes bûne û yek ji wan ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.