Li Amerîka bi çenteyên taybet belavkirina derziya Pfizer/BioNTech dest pê kir

29 mijdar 2020 15:59
Li Amerîka bi çenteyên taybet belavkirina derziya Pfizer/BioNTech dest pê kir

PeyamaKurd – Belavkirina derziya vîrusa koronayê ya ji aliyê kompaniyên Pfizer û BioNTech ve hatiye pêşxistin û biryare 10ê meha pêşiya me ji aliyê Saziya Xurek û Dermanan a Amerîkayê (FDA) ve were pesendkirin, li Amerîkayê dest pê kir.

Kompaniya geştiyariya asmanî United Airelines ragihandiye ku bi çenteyên taybet ê cemedê barkirin û belavkirina derziya vîrusa korona dest pê kiriye.

Hêjayî gotinê ye, dema ku FDA ji bo bikaranîna bilez wê derziyê pesend bike, wê li ser welatiyên Amerîkî were bikaranîn ku niha li gelek eyaletên Amerîkayê tê belavkirin.