Li Amedê konferansa Şêx Seîd tê lidarxistin
Ji bo salvegera 101emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, li Amedê konferansek tê lidarxistin.
RûpelNews - Ji aliyê Komîsyona Înîsiyatîfa Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê ve bi beşdariya PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêz a Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejîn a Kurdistanê (VEJÎN) û kesayetên serbixwe yên ji Kurdistanê ve hatiye organîzekirin, ev çalakî dê li ser serhildana Şêx Seîd û çarçoveya dîrokî ya wê serdemê biaxive.
Seîd Veroj, Mahmud Fevzi Fırat û A. Nasır Sonmez dê di konferansê de biaxivin, ku dê ji aliyê Ali Oncu ve were birêvebirin.
Çalakî dê roja Yekşemê, 28ê Hezîrana 2026an, ji saet 17:00 heta 19:30an li Qesra Îskender Paşa ya Amedê pêk were.
