Li Amedê Foruma Aştî û Azadiyê: Demîrtaş, MHPê û CHPê peyam şandin
Foruma Aştî û Azadiya Civakî, ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, bi beşdariyeke berfireh a siyasetmedar, rêveberên şaredariyên herêmî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên navneteweyî dest pê kir. Selahedîn Demîrtaş, MHPê û CHPê jî peyam ji forumê re şandin. Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter di gotarek pêşkêş kir.
RûpelNews - Di dema forumê de, nîqaş li ser civakîkirina aştiyê, çareseriyên demokratîk, rola desthilatên herêmî û çareserkirina pirsgirêka kurd li ser bingehek yasayî hatin kirin; di heman demê de tekezî li ser polîtîkayên pêbaweriyê, hevjiyanê, demokrasiya herêmî û civakeke demokratîk hat kirin. Forumê her wiha peyama ku "Amed navnîşana aştiyeke mayînde û bi rûmet" e jî ragihand.
Beşdariyeke berfireh
Di vekirina forumê de Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak û Dogan Hatun; Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parêzerê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê Umêd Xoşnav, Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter, endamên Konseya Dayikên Aştiyê, siyasetmedar Veysî Aktaş, şaredarên ku li şûna wan qeyûman hatiye danîn, Şaredarê ji kar hatî avêtin ê Şaredariya Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar, hevşaredarên navçeyan, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên navneteweyî.
Demîrtaş, MHP û CHPê peyam şandin
Siyasetmedarê kurd Selahedîn Demîrtaş ê ku nêzîkî 10 sal in di zindana Edîrneyê de û Ednan Selçuk Mizrakli, Fîgen Yuksekdag, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz û Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, peyam ji forumê re şandin.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter û Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivîn.
Bucak: Divê qeyûm paşve bêne kişandin
Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, di axaftina xwe de wiha got: "Em girîngiyeke mezin didin pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk. Em vê pêvajoya aştiyê wisa dibînin ku pêwîstî bi vekişandina qeyûmên tayînkirî û vegerandina şaredarên hilbijartî bo ser karên wan heye. Em hêvî dikin û daxwaz dikin ku ev yek di zûtirîn dem de pêk were."
Demîrtaş û Mizrakli peyam şandin
Peyama ku ji aliyê siyasetmedarê kurd Selahedîn Demîrtaş, yê ku nêzîkî 10 salan e li Girtîgeha Edirneyê girtî ye û Hevşaredarê berê yê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli ve hatiye şandin wiha ye: "Em serkeftineke mezin ji bo civîna watedar û biqîmet a ku we di bin navê Foruma Aştiya Civakî û Azadiyê de organîze kiriye, dixwazin; em pîrozbahiya xwe pêşkêşî hemû beşdaran dikin û spasiya xwe pêşkêş dikin. Em bawer dikin ku bi riya nîqaşên hêja yên ku dê rê li ber derketina ji vê hilweşîna kûr a siyasî û civakî ya ku em tê re derbas dibin ronî bikin, hûn ê tevkariyeke girîng li lêgerîna aştiyeke bi rûmet bikin; em silavên xwe yên ji dil û hêviyên herî baş ji we hemûyan re dişînin. Em hêvî dikin ku di siberojeke azad de em ê bi hev re bin."
Fetî Yildiz: Em ê her tiştî bi hev re bikin
Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz di peyama ku ji Forumê re şand de wiha got: "Em ê ji bo welat û neteweya xwe her tiştî bi hev re bikin. Li Baxçeyên Hewsel û Rezên Meram, ku xezîneyên me yên dîrokî û çandî ne, em ê ji bo aştiyeke mayînde bi hev re stranên biratiyê bêjin."
Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter: Em piştgiriya pêvajoya aştiyê dikin
Di axaftina xwe de, Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter peyamên aştiyê, azadiyê û biratiyê gihandin, girîngiya diyalogê destnîşan kir û tekezî li ser piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê kir.
Piştî peyameke vîdyoyî ya ji Parêzgera Helebceyê Nuxşe Nasih, siyasetmedar Veysî Aktaş destnîşan kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke piralî, kûr û dîrokî ye û diyar kir ku li şûna çareseriyê, ew bi polîtîkayên zordestî û îmhayê re rû bi rû maye.
Tuncer Bakirhan: Rêya aştiyê di Amedê re derbas dibe
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, destnîşan kir ku li Amedê yekem car şahidî li dîmenekê tê kirin û spasiya her kesê ku ji bo organîzekirina forumê ked dabû kir.Bakırhan got: "Amed ne bajarekî ji rêzê ye; Amed neynikeke berfireh e ku barên vî welatî hildigire. Bi salan e, siyasetmedaran ji vir peyam ji bo Tirkiyeyê û cîhanê şandine. Rêya aştiyeke bi rûmet û mayînde di nav Amedê re derbas dibe. Dema ku ev biryardarî bi vîzyona Enqerê ya ji bo çareseriyê re li hev bike, hevkêşeyên herî aloz ên herêmê dikarin bên çareserkirin."
Forum dê heta 17ê Gulanê berdewam bike
Di forumê de dê atolye, çalakiyên şanoyê, pêşandana fîlman û gotarên curbecur hebin. Çalakî, ku dê li ser pirsgirêkên aştiya civakî, demokrasî û hevjiyanê bisekinin, armanc dikin ku beşên cuda yên civakê bînin cem hev.
