Li Amedê êrîsa çekdarî: Kustî û birîndar hene
12 mijdar 2018 17:01
Peyamakurd - Vê sibehê li pêş avahiya Dadweriya Amedê di encama êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li gor zanyariyan kesekî çekdar di nava otomobîlekê de li ber deriyê dadgehê gule bi ser 2 kesên ji dadgehê derdiketin de reşand.
Li gor agahiyên berdest, kesê ku ji danişîna doza keça xwe ya berdana mêrê xwe derketibû, li derveyî dadgehê rastî xizmên zavayê xwe hatiye û di wê kêliyê de alozî derketiye.
Bavê keçikê ji otomobîla xwe guli bi ser kesên din de reşandiye ku ji du birîndaran yek ji wan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Piştî bûyerê bavê keçîkê xwe radestî polîsan kir û kesê birîndar jî bo nexweşxaneyê hat veguheztin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li navça Erxeniyê êrîsa çekdarî: 1 kustî û 1 birîndar
24 sbt 2023
Cîhan
Li navça Reza di êrîsa çekdarî de mam û birazî birîndar bûn
01 brf 2025
Jiyan
Di êrîsa çekdarî de 9 kustî, gelek birîndar û revandî hene
02 sbt 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin