Li Amedê dê Cejna Vejînê were pîrozkirin
Li Amedê ya ku mazûvaniya bi dehan şaristaniyan kiriye, dê sibe Cejna Vejînê bê pîrozkirin. Ev Cejn, yek ji cejnên herî girîng ên xiristiyaniyê tê qebûlkirin.
RûpelNews - Lijneya Rêveber a Dêra Ermenan ya Surp Giragosê derbarê bernameyê de daxuyaniyek ragihand. Li gorî daxuyaniyê dê pîrozbahî sibe ango 19ê Nîsanê saet di 10.30an de dest pê bike.
Vejîn çi ye?
Paskalya yek ji cejnên olî yên herî girîng ên baweriya xirîstiyaniyê ye, ku ji bo bîranîna roja ku tê bawer kirin sê roj piştî xaçkirina Îsa Mesîh roja vejîna wî ye, tê pîrozkirin. Vejîn di baweriya xirîstiyaniyê de wek sembola hêvî, ji nû ve zayîn û xilasiyê tê dîtin.
Dîroka Vejînê sabit nîne; ew bi gelemperî di navbera dawiya mehên Adarê û Nîsanê de dikeve rojeke Yekşemê. Ev dîrok li gorî hesabên ekînoksa biharê û heyva tijî tê destnîşankirin.
Çawa tê pîrozkirin?
Her çend pîrozbahiyên Vejînê li gorî mezheb û welatan diguherin jî, hin rîtuelên hevpar bi gelemperî derdikevin pêş.
Ayînên olî
Hefteya beriya Vejîn wek Hefteya Pîroz tê zanîn. Di vê heyamê de, ayînên taybet li dêrên xiristiyanî tên lidarxistin. Ayînên ku di sibeha Vejînê de tên lidarxistin, merasîmên herî girîng ên pîrozkirina Vejînê ne.
Hêkên rengîn
Yek ji sembolên herî naskirî yên Vejînê hêkên boyaxkirî ne. Hêk wek sembola jiyana nû û vejînê tê dîtin. Çalakiyên boyaxkirina hêkan û lîstika hêkan di nav zarokan de berbelav in.
