Li Amedê birûskê li darê da: 2 zarok mirin

18 nîsan 2026 14:31

Li navçeya Erxeniyê ya Amedê, di dema baraneke dijwar de, birûskê li sê zarokên ku di bin darekê de sekinîbûn xist; du zarokan jiyana xwe ji dest da.

Li Amedê birûskê li darê da: 2 zarok mirin

RûpelNews - Li gorî agahiyan, li gundê Rihanokê yê Erxaniyê birûsk li darêkî li qada lîstikê ya dibistaneke seretayî da.

Di wê gavê de, Serkan Yildirim, Qasim Yildirim û M.Y. yên ku di bin darê de sekinîbûn, birîndar bûn. Piştî agahiyan, tîmên tenduristiyê yên lezgîn ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin. Her sê zarok piştî wergirtina dermankirina destpêkê rakirin nexweşxaneyê.

Serkan Yildirim û Qasim Yildirim ên ku ji bo dermankirinê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê, tevî hewldanên bijîjkan jî nekarîn bên rizgarkirin.

Hate ragihandin ku M.Y. ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil a Amedê tê dermankirin, rewşa tenduristiya wî ne cihgir e. (Çavkanî: CEGA Medya)