Li Amedê zaroka ku pisîk ew gez kir hat intubekirin

14 tebax 2026 14:27

Li Amedê pisîka zarokekê 4 salî gez kir û ew zaroka nexweş ket hate intubekirin. Encama testa wê ya nexweşiya harbûnê ku bi gezkirina pisîk an kûçikan digihîje mirovan pozîtîf derket.

Li Amedê zaroka ku pisîk ew gez kir hat intubekirin

RûpelNews - Li navçeya Sûrê ya Amedê 4 meh berê keçika çar salî dema li derve bû, pisîka bexwedî nêzîkî wê bû û ji lêvê wê gez kir. Dema ku zarok dest bi girînê kir, malbata wê bi lez ew bir nexweşxaneyê. Piştî muayeneya bijîşkî, zarok şandin malê.

Piştî çend mehan, zarok dîsa nexweş ket û bi lezgînî rakirin nexweşxaneyê. Li ser wê hin test hatin kirin. Testên nimûne yên ji bo nexweşiya harbûnê ku bi gezkirina pisîk an kûçikan digihije mirovan pozîtîf derketin. Gava rewşa wê xirabtir bû, ew hat intubekirin.

Rêveberiya Herêmî ya Çandinî û Daristanan û dezgehên pêwendîdar li ser bûyerê lêpirsînek dane destpêkirin. Li taxa Buyukkadı, cihê ku bûyer lê qewimî, derman hatin reşandin û derzî li welatiyan hatin xistin. Tîmên şaredariyê dest bi komkirina pisîk û kûçikên bêxwedî kirin.