Li Amedê dîsa govend dîsa desteserkirin
PeyamaKurd - Li navçeya Pîran a parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, bi sedema bi stranên Kurdî govend gerandin 5 kesên din jî hatin desteserkirin.
Di van demên dawî de li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes bi heman sedemê têne desteserkirin û girtin. Hêzên ewlehiyê yên dewleta Tirk, bi sedema “propagandaya PKKê” dikin kesên ku govend digerînin desteser dikin.
Hate ragihandin ku îro jî li Pîranê jî 5 kes bi heman sedemê hatine desteserkirin.
Parêzgariya Amedê ragihand ku hêzên wan ji bo desteserkirina 7 kesên ku li gel stranên Kurdî govend gerandine “operasyonek” pêk anîne.
Li gorî daxuyaniyê, 5 ji wan hatine desteserkirin û hêzên ewlehiyê hewl didin ku her du kesên din jî desteser bikin.
Parêzgariyê da zanîn ku kesên hatine desteserkirin, piştî îfadewergirtinê şandine Dozgeriya Komarê ya Amedê.
Li hêla din, ev kiryarên Tirkiyeyê yên demên dawiyê rastî bertekên tund ên Kurdan tên.
Li ser torên civakî bi taga “#EmBernadinVêDîlanê” gelek dîmenên govendên Kurdî tên belavkirin û bi vî awayî bertek têne nîşandan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin