Di rêjeya henardeyê ya Amedê de Herêma Kurdistan û Iraqê dîsa yekem in

06 rêbendan 2024 20:58
Di rêjeya henardeyê ya Amedê de Herêma Kurdistan û Iraqê dîsa yekem in

Peyama Kurd - Encûmena Henardekarên Tirkiyeyê ragihand ku Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê sala borî bi qasî 113 milyon dolaran kelûpel henardeyî Herêma Kurdistan û Iraqê kirîye.

Daneyên henardeyê ye Amedê yên 2023yan hatin ragihandin. Di daneyan çer çend diyar bibe ku henardeya Amedê ya 2023yan li gorî ya 2022yan ji Herêma Kurdistan û Iraqê re bi qasî 7 milyon dolaran kêm bûbe jî, dîsa di rêza yekemîn a henardeyê de Herêma Kurdistan û Iraq heye.

Li gorî daneyên Encûmena Henardekarên Tirkiyeyê, Amedê sala borî bi bihayê 113 milyon dolaran herî zêde kelûpel henardeyî Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Li gor daneyan Amedê 2023yan bi giştî bi bihayê 231 milyon dolaran kelûpel hinardeyî derveyê Tirkîye û bakurê Kurdistanê kirîye.

Ji sedî 48,5ê wê henardeyê ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê bûye. Piştî wan Çîn di rêza duyem û Rûsya jî di rêza sêyem de ye.

Amedê ji bo Çîn û Rûsyayê bi giştî bi bihayê 37 milyon dolaran kelûpel henarde kiriye.

Henardeya Amedê ya 2022an ya ji bo Çînê bi bihayê 25 milyon dolaran bû lê di 2023yan de daketiye 21 milyon dolaran.

Henardeya ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê jî di heman serdemê de kêm bûye.

Di 2022an henardeya Amedê ya ji Herêma Kurdistan û Iraqê re 120 milyon dolar bû. lê belê di 2023yan de bi qasî 7 milyon dolaran kêm bûye.

Li gorî daneyan Amedê di 2023yan de bi bihayê 39 milyon dolaran herî zêde pola henarde kiriye.

Piştî polayê bi bihayê 35 milyon dolaran bûjenên kîmyewî di rêza duyem de ne. Berhemên kanzayan jî di rêza sêyem de cîh digirin.