Li Almanyayê kesekê bi qêrîna 'Allahu Ekber' êrîşî xelkê kir
Li bajarê Munîhê yê Almanyayê kesekî bi bi qêrîna 'Allahu Ekber' êrîşî xelkê sivîl kir û di encamê de kesekî 60 salî birîndar bû.
RûpelNews - Li gorî raporên polîsan, bûyer li navçeya Isarvorstadt a Munîhê qewimî. Tê ragihandin ku gumanbarê 39 salî pêşî bi zorê du şûşeyên bîrayê ji destê kesekî standiye. Piştî demeke kurt, gumanbar tabelayeke trafîkê rakir û bi wê êrîşî kesên li ber dikanekê sekinîbûn kir. Di dema êrîşê de, zilamekî 60 salî birîndar bû û avahiyekê zirar dît.
Li gorî berdevkekî polîsan, şahidên bûyerê gumanbar derdest kirin û ew li erdê girtin. Tê îdiakirin ku dema şahidan ew girtibû, gumanbar çend caran "Allahu Ekber" qîriya ye.
Piştî bûyerê, hat ragihandin ku zilamê 60 salî yê di êrîşê de birîndar bûbû, dema ku gumanbarê 39 salî li erdê girtî bû, pehîn li serê wî daye.
Êrîşkar di tomarên polîsan de nîne
Polîsan ragihand ku lêpirsîn li ser tohmetên êrîşê hem li dijî gumanbarê 39 salî û hem jî li dijî zilamê 60 salî tê meşandin. Hat ragihandin ku gumanbarê 39 salî yê ku di bûyerê de birîndar bûbû, ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê û biryar e ku derkeve pêşberî dadgerekî nobedar.
Berdevkekî polîsan diyar kir ku gumanbarê 39 salî kesek nebûye ku berê ji aliyê polîsan ve hatibe naskirin an jî xwedî tomareke sûcan be.
Hate destnîşankirin ku lêpirsîna li ser bûyerê ji aliyê Yekîneya Ewlekariya Dewletê (Staatsschutz) ve hatiye wergirtin, ku li Almanyayê li ser bûyerên bi mebestên siyasî, tundrewî an jî mijarên têkildarî ewlekariya dewletê lêkolînê dike. Lêpirsîna li ser paşxaneya bûyerê û mebesta muhtemel berdewam dike.
