Li Almanya rêjeya sûcên rastgiran, her diçe zêde dibe

15 tebax 2019 01:37
Li Almanya rêjeya sûcên rastgiran, her diçe zêde dibe

PeyamaKurd- Rojnameya Almanya ya bi navê Tagesspiegelê nûçeyekî belav kir û tê de behsa pirseka ku di meclisa Almanya de ji hukumetê hatiye kirin kir, di bersivê de hat ragihandin ku di nav 6 mehan de sûcên ku rêxistin an kesên rastigirên tund kirine, jimara wan 8 hezar û 605 e. Li gor heman dewra sala berê, îsal 900 bûyer zêde bûne.

Di bersiva hukumetê de hat ragihandin ku hêzên asayîşê di derbarê 2 hezar 625 rastgirên rund de lêpirsîn dewam dike. Tişta balkêş jî ew e di bersiva hukumetê de parêzgerê Kasselê ji aliyê Stefanê E. yê Neo-Nazî de, di 2 yê hezîranê de hatibû kuştin lê di bersiva hukumetê de weka “sûceka tund ya rastgir” nehat bersivandin.