Li Agiriyê erdhej
Li navçeya Panosê ya Agiriyê erdhejeke bi pileya 4.3an rû da.
RûpelNews - Serokatiya Rêveberiya Rewşên Awarte û Karesatan (AFAD) di saet 17.17an de ragihand ku li Agiriyê erdhej çêbûye.
Li gorî daneyên AFADê, erdheja ku navenda wê li Panosê bû, bi pileya 4.3an bû. Hat ragihandin ku hejîn di kûrahiya 13.43 kîlometreyan de di bin rûyê erdê de pêk hatiye.
Hat ragihandin ku heta niha derbarê erdhejê de ti raporên zirarê nehatine wergirtin.
