Li 28 saredariyên HDPê qeyûm hatin erkdarkirin
07 berfanbar 2019 17:36
PeyamaKurd – Piştî navçeya Aviskê ya bi ser Bişêriya Batmanê ve ji bo Bêgirî, Qerqelî û Elbaka Wanê jî qeyûm hatin erkdarkirin.
Bi tayînkirinên vê dawiyê re hejmara şaredariyên HDPyî ku bo wan qeyûm hatiye erkdarkirin bû 28.
Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya lêpirsîneke terorê de hevşaredarên navçeyên Bêgirî, Qerqelî û Elbak a Wanê yên di deste Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi hinceta lêpirsîna terorê hatibûn desteserkirin.
Wezarete Navxwe yê Tirkiyê li şuna şaredaran qaymeqamên wan naçveyan wekî qeyûm tayin kirin û bi tayînkirinên vê dawiyê re hejmara şaredariyên ku bo wan qeyûm hatiye erkdarkirin derket 28an.
HDP di hilbijartinên şaredariyan de 56 şaredarî qezenc kiribûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Bo 4 saredariyên HDPê qeyûm hatin erkdarkirin
23 adr 2020
Cîhan
Ji bo 3 saredariyên din ên HDPê qeyûm hatin erkdarkirin
16 mjd 2019

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin