Li 130 deverên Fransayê serokwezîrê nû hate protesto kirin
08 îlon 2024 13:00
PeyamaKurd – Piştî ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li şûna namzedê hevpeymana çepgiran a di hilbijartinan de bûye yekemîn, namzedê rastgiran Michel Barnier serokwezîrê nû hilbijartin, li seranserê Fransayê protesto dest pê kirin.
Hate ragihandin ku li seranserê Fransayê sendîkayan û partiyên çepgir banga xwepêşandanan kir û bi hezaran welatî derketin qadan û serokwezîrtiya Barnier protesto kirin.
Tê çaverêkirin ku îro Yekşemê jî protesto berdewam bikin ku li 130 deverên cuda xwepêşandan têne kirin.
Di xwepêşandanan de, alên Filîstînê hatin hilgirtin diruşmên, “redkirina demokrasiyê’ û ‘hilbijartina hatiye dizîn’ hatin qêrîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Serokomarê berê yê Fransayê Sarkozy hate berdan
10 mjd 2025
Jiyan
Sûriye | Li Hums û Helebê bihayê elektrîkê hate protesto kirin
04 mjd 2025
Cîhan
Li 13 deverên Sirnexê qedexe hate ragihandin
12 rbn 2025
Cîhan
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê nûh yê Fransayê pîroz kir
13 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin