Leyen: Fas, li Afrîkayê yekem hevparê me yê bazirganiyê ye

10 sibat 2022 04:16
Leyen: Fas, li Afrîkayê yekem hevparê me yê bazirganiyê ye

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê Ursula von der Leyen, li payîtexta Fasê li Rabatê bi serokwezîrê Fasê Aziz Ahnuş re civiya. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Fasê MAP ê; piştî hevdîtinê her dû lîder bi hevre civîna çapemeniyê kirin û Leyen weha got:

" Fas ew welate ku me hevpariya saxlem, xwurt û stratejîk û pê re daniye. Li ser vê bingeha hevpar, em dikarin bendewarî û vîzyonekî çêbikin. Hevdîtina bi Ahnuş re derfete ku Fas û YA yê li ser pirsgirêkên global biaxifin û her dû teref ji bo pirsgirêkan çareser bikin, divê çareseriyên hevpar bibînin.

Em hewl didin ku hevpariya hawirdoriyê bi hevre bipêş bixin û ev jî hevpariya pêşdebirina enerjiya kesk e.”

Di navbera Fasê û Yekîtiya Awrûpayê de hevpariyeka mezin ya bazirganiyê heye.