Letîf Resîd peyameke spasiyê belav kir: Soz didim!..

14 cotmeh 2022 21:56
Letîf Resîd peyameke spasiyê belav kir: Soz didim!..

PeyamaKurd – Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd ku doh 13ê Cotmehê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve piştî salek bi ser hilbijartinan de, hat hilbijartin peyamek belav kir.

Letîf Reşîd ê ku ji pişka Kurdan bi namzediya serbixwe û piştevaniya PDKê posta serokomariyê wergirt, di peyama xwe ya li ser Twitterê belav kiriye de soz dide ku ew ê pir bixebite û bibe serokomarê hemû iraqiyan.

Reşîd spasiya parlamenter û aliyên siyasî yên ew hilbijartine kir û got: “Wan bawerî bi min anî. Ez ê jî ji bo bicihanîna destûrê, serweriya welat û berjewendiyên gel pir bixebitim û soz didim bibim serokomarê hemû iraqiyan.”