Letîf Resîd: Di navbera Bexda û Hewlêrê de pêsketinên berbiçav çêbûne
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Letîf, ji bo 2yemîn Foruma Hewlêrê ku bi sernavê; “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” birêve diçe, peyamek şand û tê de bal kişand ser çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê.
Reşîd di peyama xwe de diyar kir, di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de pêşketinên berbiçav hatine bidestxistin û got: “Niha şandên hevbeş li ser madeya 140 û amadekirina projeyasaya neft û gazê gotûbêj dikin û nûnerên Herêma Kurdistanê jî di hikûmeta federal de beşdar in.”
Serokomarê Iraqê di peyama xwe de diyar kir: “Gotûbêj li ser pirsa Pêşmerge, pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya sala 2023ê de, dîtina çareseriyek ji bo rewşa penaberan û çareserkirina pirsgirêka erdê li gorî destûrê berdewam in. Divê her du hikûmet li ser diyaloga zêdetir û avakar berdewam bin ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ku xizmeta berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin