Leskerekî Tirk li ser sînorî hate kustin, wezaretê daxuyanî da

16 tîrmeh 2019 10:31
Leskerekî Tirk li ser sînorî hate kustin, wezaretê daxuyanî da

PeyamaKurd - Li ser sînorê Tirkiye û Iraqê di encama teqînekê de leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest da.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, li ser sînorê Tirkiye û Iraqê bombeya ku ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibû danîn di dema operasyonê de hatiye teqandin û leşkerekî wan canê xwe ji dest daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê eşkere kir, hêzên wan di çarçoveya pilana operasyona Xakurkê de roja 12ê vê mehê li dijî bingehên PKKê dest bi operasyoneke duyem kirine.

Arteşa Tirkiyê (TSK) di 27ê Gulana bûrî de li Xakurkê li dijî PKKê dest bi operasyoneke bejahî kiribû, ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene.