Lêkolîna dawî ser Omicronê: Kesên doza sêyem li xwe dabin pir sivik derbas dikin...
PeyamaKurd – Cûreya guhertî ya vîrusa koronayê Omicron ev demek e li seranserê dinyayê bilez belav dibe û gelek welat ji ber wê tedbîrên nû radigihînin.
Li aliyê din lêkolînên li ser cûreya Omicronê jî dewam dikin û bijîşkên lêkoler dibêjin, doza sêyem a derzîya koronayê li hember Omicronê xweparêziyê zêde dike.
Li gorî lêkolîna dawî ya bijîşkê beşa lezgîn ê nexweşxaneyeke bajarê New York ê Amerîkayê Craig Spencer, li ser kesên derzîkirî nîşaneyên cuda yên Omicronê xwe didin der ku ew jî piranî sivik in.
Spencer di encama pişkinîn û lêkolînên xwe yên ser nexweşan de dibêje, kesên doza sêyem a derziya koronayê li xwe dabin vîrusa Omicron pir sivik derbas dikin û wiha didomîne: 'Bi sivikbûnê qesta min piranî êşeke gewriyê çêdibe. Herwiha hinekî westan û hinek jî êşa masulkeyan li ser pêketiyên Omicronê çêdibe. Zehmetiya hilmijînê û tengaviya nefesê nîne.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, cûreya yekem a vîrusa korona ya Wuhan a li Çînê derketibû holê û cûreya Delta li ser mirovan zêdetir bandor dikirin û hejmara mirinan jî zêdetir bû.
Lê belê li gorî lêkolînên dawî, bandora cûreya guhertî ya vîrusê Omicronê, hem li ser kesên nederzîkirî hem jî li ser yên hemû dozên derziyên korona li xwe dane siviktir e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin