Rewsa dawî ya vîrusa korona: Mirina 97 kesên din hat ragihandin

23 sibat 2020 18:26
Rewsa dawî ya vîrusa korona: Mirina 97 kesên din hat ragihandin

PeyamaKurd - Hikumeta Çînê, mirina 97 kesên din ji ber vîrusa koronaya nû ragihand, ku jimara miriyên ji coronayê tenê li Çînê bû 2 hezar û 442 kes.

Komîteya Tenduristiyê ya Niştimanî ya Çînê ragihand, 648 kes nû bi vîrusê ketine, li gorî wê jî giştî jimara kesên bi vîrusê ketine bûye 76 hezar û 936. Heta niha vîrusa koronayê piştî Çînê li 30 welatan zêdetir belav bûye û li gorî amarên ne piştrastkirî bi tevahî 2 hezar û 362 kes ji wê nexweşînê mirine.

Li Koreya Başûr jî, îro desthilatan ragihand ku 4 kesan heya niha jiyana xwe ji dest daye û 123 kesên din bi virusê ketine, bi vê re jî jimara giştî ya nexweşan gihîştiye 556an.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê jî doh mirina 6 kesan li welêt ragihandin, ku heya niha jî 28 kes pê ketine. Li gorî zanyariyên îro Yekşemê hejmara miriyan gihîştiye 8 kesan.

Weke tedbîr, doh hikumeta Îranê girtina jimareke mezin a zanîngeh û fakulteya ragihand.

Li Wanê ya Bakurê Kurdistanê jî, 5 kes bi gumana virsuê di bin çavdêriya de ne.

Çavkaniyên Tenduristî li Libnanê jî diyar dikin ku piştî gihîştina balafireke sivîl ji bajarê Qom a Îranê, întimal heye hinek kes bi coronayê ketibin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, rêjeya belavbûna vîrusê li Çînê, li beramberî belavbûna wê li welatên din, pir kêm bûye.