Lêdana doza 3yem parastina li hember cûreyên Delta û Beta zêde dike!

29 tîrmeh 2021 00:00
Lêdana doza 3yem parastina li hember cûreyên Delta û Beta zêde dike!

PeyamaKurd – Li gorî daneyên dawî yên li ser derzîkirina vîrusa koronayê hat ragihandin ku doza sêyemîn a derziya BioNTech-Pfizer, li hember cûreya Delta ya koronayê rêjeya antîkoran zêde dike û ji wê cûreya koronayê di asteke girîng de parastinê dike.

Li gorî daneyên kompaniyên BioNTech-Pfizerê eşkere kirine, doza sêyemîn a li kesên temenê wan di navbera 18-55 salan de hatiye lêdan, li gorî doza duyem bi qasî 5 qatan antîkorên wan zêdetir bûne.

Dîsa doza sêyem a li kesên temenê wan di navbera 65-85 saliyan hatiye lêdan jî asta antîkorên wan 11 qatan zêde bûye.

BioNTech-Pfizer ragihandiye ku bi van daneyên dawî re derketiye holê ku bi zêdebûna antîkorên bi rêya doza sêyem re, parastina li hember cûreyên koronayê yên Beta û Deltayê zêde dibe.

Herwiha dane xuyakirin ku doza sêyem li hember cûreya Deltayê li gorî doza yekem a derziyê 100 qatan bi bandor dibe.