Lavrov: Ukrayna berpirsê rawestana danûstandinên astiyê ye

30 nîsan 2022 13:32
Lavrov: Ukrayna berpirsê rawestana danûstandinên astiyê ye

PeyamaKurd – Rûsya, Ukraynayê weke berpirsê rawestana hevdîtinên aştiyê dibîne.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ji kanala Al Arabiya ya Dubaî re eşkere kir, Ukrayna berpirsê rawestana danûstandinên aştiyê ye.

Lavrov eşkere kir, Kîevê ji bo danûstandinan pozîsyona xwe guherandiye û ji ber wê danûstandin rawestîne.

Herwiha Sergey Lavrov destnîşan kir, Rûsya li Ukrayna li dijî NATO şer nake û got, ger tiştekî wisa çêbibe ew ê rîskên şerên navokî zêdetir bibin.