Kurdistan tevlî zîrwe ya Davosê nabe

22 rêbendan 2019 01:25
Kurdistan tevlî zîrwe ya Davosê nabe

PeyamaKurd- Hukumeta herêma Kurdistanê îsal tevli Forma Aborî ya Dinyayê ku her sal li bajarê îswîçre, li Davosê, çêdibe nabe. Îsal zîrwe di 22-25 ê vê mehê de, dê bê çêkirin.

Îsal wê di ser 3 hezar û 200 kesî de ji hukumetên dinyayê, ji karsazên dinyayê, akademîsyen û serpereştên rêxistinên civakên sîvîl dê tevli bibin.

Mijara îsalê guhertinên şertên hewayî û mijara globalbûna dinyayê ye. Trump tevli Davosê nabe lê Pompeo, Mnuchin û Ross dê herin zîrweyê. Theresa May û Macron jî wê neçin Davosê.

Ji Kurdistanê diviya heyeteka di bin serokatiya Qubad Talabî ne de biçûya Davosê lê niha bi hinek sedeman ew jî hatiye betalkirin.

Heyeta Kurdistanê sala borî bi serokatiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talabanî tevlî zîrwe ya Davosê bûn.