Kurdistan | Hejmara mirinan 2 hezar û 500î derbas kir, pêketî jî nêzî 80 hezarî bûn

02 mijdar 2020 19:05
Kurdistan | Hejmara mirinan 2 hezar û 500î derbas kir, pêketî jî nêzî 80 hezarî bûn

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, hezar û 137 kesên din bi koronayê ketine û 26 kesan jî can daye.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro 2yê Mijdarê ragihand; di 24 saetên borî de 1137 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 26 kes ji wê nexweşiyê mirine.

Hat eşkerekirin ku ji 1137 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 524 kes li Hewlêrê, 118 kes li Silêmaniyê, 386 kes li Duhokê, 37 kes li Helebceyê, 40 kes li Germiyanê û 32 kes li Raperînê ne.

26 kesên wefat kirine jî 7 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê û 7 kes li Raperînê ne.

Herwiha di 24 saetên borî de 513 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Amarên giştî li Herêma Kurdistanê wiha ne:

Pêketin: 78216 kes.

Mirin: 2509 kes.

Başbûn: 43858 kes.