Kurdistan | 55 dibistanên nû hatin avakirin, biryara 30 projeyên din hatiye dayîn

10 sibat 2022 19:34
Kurdistan | 55 dibistanên nû hatin avakirin, biryara 30 projeyên din hatiye dayîn

PeyamaKurd - Wezîrê Perwerdehiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd eşkere kir, di dema kabîneya nehem a hikûmeta Kurdistanê 55 dibistanên nû hatine avakirin.

Wezîrê Perwerdeyê Alan Hemeseîd di merasîma vekirina dibistaneke 18 polî ya li komelgeha Pêrzîn a Hewlêrê de da zanîn ku ew dibistan bi lêçûna 1 milyar û 841 milyon dînaran hatiye avakirin û eşkere kir:

“Di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 55 dibistan hatine avakirin û rizemendî li ser 30 projeyên din jî hatiye dayîn. Ew proje bi 23 milyar û 600 milyon Dînaran têne avakirin.”

Herwiha Wezîrê Perwerde got: “Îsal budçeyeke din a taybet ji bo avakirina dibistanan ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve wê bê terxankirin.”