Kurdistan | 129 pêketiyên nû û 2 mirinên ji koronayê hatin tomarkirin
23 sibat 2021 20:38
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 129 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî can daye.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 23yê Sibatê de eşkere kir ku di 24 demjimêrên borî de 129 kes bi vîrûsa Koronayê ketine ku 71 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 35 kes li Duhokê û 5 kes li Germiyanê ne.
Herwiha hat diyarkirin ku 2 kesan li Duhokê can daye û 67 nexweşên koronayê jî li Herêma Kurdistanê baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên vîrusa koronayê gihîşt 108062 kesan, ya mirinan bû 3510 kes û heta niha 103078 kes jî baş bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Kurdistan | 3 mirin û 102 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin
30 brf 2021
Jiyan
Li Amerîkayê 1058 mirinên ji koronayê hatin tomarkirin
30 rbn 2022
Jiyan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 33.520 pêketiyên nû hatin tomarkirin
02 rbn 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin