Kurdên ku li Sûrî zindanîkirî ne dê bêne azadkirin
Berdevkê Tîma Serokatiyê ya ji bo şopandina peymana 29ê Çileyê ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re, Ehmed Hîlalî got, “Dê hefteya bê bi sedan girtî ji aliyê HSDyê û hikûmeta Sûriyeyê ve bên azadkirin.”
RûpelNews - Piştî ku li di navbera rêveberiya Rojavayê Kurdistan û Hikûmeta demkî ya Sûrî de peymana agirbest û lihevkirinê hat îmzekirin gelek girtî harin azadkirin. Lêbelê kesûkarên bi sedan girtiyên din ên kurd bi çalakiyan daxwaza azadkirina zarokên xwe anîn ziman.
Zindanîkiriyên dawî jî dê bêne azadkirin
Di vê çarçoveyê de, Berdevkê Tîma Serokatiyê ya ji bo şopandina peymana 29ê Çileyê ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re, Ehmed Hîlalî di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de got ku, dê hefteya bê bi sedan girtî ji aliyê HSDyê û hikûmeta Sûriyeyê ve bên azadkirin û got, dibe ku ew karwanê dawî yê girtiyan be.
Hîlalî di beşeke hevpeyvîna xwe de wiha got: “Pêvajoya entegrasyonê li gorî qonaxên li pey hev û xwendî dimeşe, di serî de tekezî li ser bidawîanîna dosyeyên ewlehî û leşkerî dike ji bo misogerkirina aramiyê, li gel amadekirina jîngeha îdarî û xizmetguzariyê.
Dosyeya girtî û dîlgirtiyan yek ji dosyeyên herî hestiyar û pêşîn e û di çarçoveya peymanên heyî de bi awayekî cidî tê birêvebirin. Di destpêka hefteya bê de, dê bi sedan girtî ji zindanên HSDyê û zindanên Hikûmeta Sûriyeyê bên berdan. Em di wê baweriyê de ne ku ew dê karwana dawî ya li cem HSDyê be û piştî wê HSD dê dosyeya birêvebirina zindanan radestî Hikûmeta Sûriyeyê bike.”
Vegera koçberên kurd bo warên xwe
erbarê vegera koçberan de Hîlalî wiha got: “Vegera xelkê ji bo herêmên wan karekî pêşîn ê mirovî û niştimanî ye lê ev dosye bi çend faktoran ve girêdayî ye, yên herî sereke rewşa ewlehiyê, rastiya kontrolkirina li ser erdê û lihevkirinên herêmî û navdewletî ne. Bi sedan malbatên koçber ji taxên Ereban ên li Hisîçayê ber bi Serê Kaniyê ve çûne. Her wiha bi hezaran kes ji xelkê Serê Kaniyê niha li kampên Hisîçayê dimînin.”
