Kurdek bû Fermandarê Gistî yê Hêza Esmanî ya Iraqê
02 rêbendan 2020 14:34
PeyamaKurd- Lîwa Şehab Zengene, wek Femandeyê Giştî yê Hêza Asmanî ya Iraqê di Wezareta Bervaniya Iraqê de dest bi kar bû.
Lîwa Şehab Zengene, xelkê bajarokê Kifrîye û niha li Hewlêr rûniştîyê. Navhatî dû roje dest bi kar kirîye.
Di hevpeyvînekê de bo çapemeniyê de, Lîwa Şehab Zengene ragihand, ev peywir pişka Kurdan e û dû roj e, bi fermana Wezîrê Berevaniya Iraqê dest bi kar kiriye. Herwiha got: Ev peywir bo Kurdan giringiya xwe heye.
Lîwa Şehab Zengene, ji daykbûyê sala 1962ê ye. Berê berpirsê kontrolkirinan bûye li Fermandeya Hêzên Asmanî, niha jî wek Fermandeyê Giştî yê Hêza Asmani ya Iraqê dest bi kar kiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Fermandarê Gistî yê CENTCOMê serdana Rojava kir
17 rbn 2025
Jiyan
Serfermandarê Gistî yê Rûsyayê Gerasimov: Me Kupyansk bi dest xist
21 mjd 2025
Jiyan
Trump Serfermandarê Gistî, Brown ji kar dûr bi dûr xist
22 sbt 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin