Kurdê Agiriyê di sampiyonayê bû duyemîn
PeyamaKurd - Boksorê Agiriyê Ferhat Încekaya li Kahramanmaraşê di Şampiyonaya Boksa Ferdî ya Tirkiyeyê ya Zilamên Stêrk da bû duyemînê Tirkiyeyê.
Ferhat Încekaya bi Antrenoriya Volkan Sari amade bû û di Şampiyonaya Boksa Ferdî ya Tirkiyeyê ya Zilamên Stêrk da di 60 kîloyî da derket rîngê.
Ferhat Încekaya heta fînalê derket û madalyona zîv hilda.
Boksorê serkeftî piştî şampiyonayê bi Volkan Sariyê antrenorê xwe ra û Midûrê Xizmetên Ciwanî û Sporê Omer Faruk Şîran ziyaret kir.
Şîran Ferhat Încekaya û antrenorê wî pîroz kir û wiha dewam kir, "Ji bo ku em asta vê serkeftinê zêde bikin, wekî ekîb heta ji me tê em ê bixebitin. Înşallah em ê serkeftinên baştir bînin Agiriyê."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin