‘Kurd êdî li Ewropayê ne dîaspora tenê ne, xwedî biryar in’
Serokê Civata Kurd li Elmanya Elî Ertan Toprak bi rêya vîdyokonferansê beşdarî civîna Platforma Netewî ya Kurd bû got, kurdên li Ewropayê êdî xwedî hêzên in û welatên Ewrûpa jî piştgiriya kurdan dike.
RûpelNews - Serokê Civata Kurd li Elmanya Elî Ertan Toprak bi rêya onlîne beşdarî civîna li Amedê bû û got ku ew li ser navê dîaspora kurd ya li Ewropayê beşdar dibe. Toprak bi tirkî gotara xwe pêşkêş kir û anî ziman ku, êdî kurd li Ewropa jî xwedî biryar in û bihêz in.
Toprak wiha axivî: “Cîhan her ku diçe zêdetir li gel me disekine; ne li gel wan ên ku me înkar dikin, ne jî li gel wan ên ku zilmê li me dikin. Îro, li Ewropayê, kurd êdî ne tenê dîasporayek in. Em niha di dilê navendên biryardanê de ne. Em di siyasetê, medyayê û werzîşê de amade ne; li gelek welatên Ewropayê wezîr û serokên me yên parlamenê hene. Ev me xurt dike. Em niha xurt in. Lê wateya rastîn a vê hêzê ev e: Heger hûn li vir bibin yek, em ê li wir pir bihêztir bin. Heger hûn bi hev re bisekinin, cîhan nikare kurd paşguh bike.”
Toprak got, “Dibe ku em cuda bin, dibe ku nêrînên me cuda bin; lêbelê em heman gel in. Yekîtî nayê wê wateyê ku divê her kes wek hev be. Yekîtî wêrekiya meşîna ber bi heman armancê ve ye.”
'Wext hatiye...'
Toprak di gotara xwe de wiha axivî: “Wext hatiye ku em vîneke kolektîf bilind bikin. Êdî ne tenê partî ne; gel dê biaxive, ciwan dê biaxivin, jin dê biaxivin, dîasporayê dê biaxive. Û ev deng dê ragihîne: Em yekîtiyê dixwazin. Dema ev deng bilind dibe, tu sazûmaneke siyasî nikare li hemberî wê bêdeng bimîne.
Em, wekî kurdên li Ewropayê, vê yekê bi zelalî dibêjin: Em amade ne. Em amade ne ku li qada navneteweyî têbikoşin, em amade ne ku dîplomasiyê bikin, em amade ne ku dengê gelê kurd li seranserê cîhanê bidin bihîstin. Lê em ji we jî yekîtiyê hêvî dikin. Ji ber ku em dizanin ku bêyî yekîtiyê, tu têkoşîn bi ser nakeve.
Hevalên hêja, ev kêliyeke dîrokî ye. Êdî ne dema gotinan e, lê dema biryardariyê ye; ne dema derengxistinê ye, lê dema çalakiyê ye. Û ji vir, em bang li tevahiya cîhanê dikin: Gelê Kurd heye, gelê Kurd yek e, û gelê Kurd dê azad bibe. An em ê bi hev re bi ser kevin, an em ê bi hev re têk biçin.”
'Gel di bin banê rêxistinên netewî de dibin yek'
Rewşenbîrê kurd Diyar Polat jî ji Ewrûpayê bi rêya vîdeokonfernasê beşdar bû û got, dema ku civak bibîne ku kurd hemû di ban banê rêxistinên netewî de gihiştine hev dê ew jî piştgiriya wan bike. Polat wiha axivî: “Gava ku platformeke wiha were damezrandin, ka dê kar çawa were birêvebirin û dê çi cure dengekî were avakirin, xwedî girîngiyeke mezin e. Em dizanin ku di rabirdûyê de destpêşxeriyên wiha hatine kirin. Lêbelê, hin kom dixwazin ku ev platform tenê bibin rêxistinên sîwanî yên sembolîk. Her çend ev dibe ku gaveke erênî be jî, ew ne hewcedariyê pêk tîne û ne jî me dike ajanên guherînê.”
Yek ji beşdarên civînê Îbrahîm Guçlu got, her millet çi dixwaze em wekî kurd jî wê dixwazin. PKK bi daxwaza ku damezrandina Kurdistaneke serbixwe derket rê û bi milyonan alîgir li derdora xwe kom kir lê belê dûv re derket holê ku armancên wê cûda ne. Ango ev derdikeve holê ku heger kurd li derdora fikrên kurdistanû, hişmendiya kurdistanî dikarin kom bibin. Divê her kes xwe reforme bike û xwe bigûherîne û dest ji statûpariziyê berde. Guçlu, bal kişand ser damezrandina kongreyeke neteweyî ya kurd. Divê bi lezêbez em yekitiya xwe ava bikin. Guçlu wiha axivî: Divê hemû kurdên ku statuyê dixwazin bigihin hev. Divê em rêxistinên xwe ava bikin.
Daxwaza mafên ‘kulturalîst’ dikim
Parêzer Huseyîn Kaya jî got, ew hemû mafên xwe yên ‘kultûralîst’ dixwazin. Kaya anî ziman ku, divê mirov bizane ku ji bo çi tê kuştin, miletê kurd di bin navê hin paradîgmayan de hate tunekirin. Lê divê em di çarçoveya demokrasiyê de daxwaza mafên xwe bikin. Ez li Rojava û Rojhilat û li Başûr daxwaza dewleteke serbixwe dikim.”
Rexne li pêşkêşkirina gotarên bi tirkî hat kirin
Solîn Peyman ku yek ji beşdarên civînê bû rexne li pêşkêşkirina gotarên bi tirkî kir û got, ‘Welatê me parçe kirine lê divê em bizanin ku ji niha û pê de em ê çi bikin. Divê em gavên nû û cîdî biavêjin. Dibe ku şerek derkeve, lê gelo em ji bo şer amade ne? Divê em ji bo her tiştî amade bin.’
