Kûlîs | ‘Erdogan 10 Adarê Parlamentoya Tirkiyê fesih dike’

02 adar 2023 21:25
Kûlîs | ‘Erdogan 10 Adarê Parlamentoya Tirkiyê fesih dike’

PeyamaKurd – Piştî ku duh 1ê Adarê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di gotara xwe ya koma partiya xwe AK Partiyê de, 14ê Gulanê wekî roja hilbijartinan dubare anî ziman, rojeva hilbijartinan li Tirkiyeyê dîsa germ bû.

Li gorî agahiyên kûlîs ên medya Tirk, wê Erdogan roja 10ê Adarê Parlamentoya Tirkiyeyê fesih bike û proseya bangeşeyên hilbijartinê bide destpêkirin.

Hat ragihandin ku piştî Erdogan parlamentoyê fesih bike, 72 roj ji hilbijartinan re dimînin û Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan (YSK) ji niha ve dest bi amadekariyên pêkanînan sindoqên hilbijartinê kiriye.

Li gorî zanyariyan, wê hilbijêr li bajarên navnîşana xwe dengên xwe bidin û ji bo mexdûrên erdhejê yên li konan û kampan dimînin jî wê sindoq bên danîn.

Hat diyarkirin ku eger 10ê Adarê Erdogan biryara 14ê Gulanê bo roja hilbijartinê ragihîne, wê partiyên siyasî lîsteyên xwe yên namzedên parlementeriyê 10ê Nîsanê radestî YSKê bikin.

Piştî radestkirina lîsteyan jî wê lîsteyên hilbijêran li ser sîstema dijîlat MERNISê li gorî navnîşanên wan bên diyarkirin û ew lîste li mûxtariyan bên daliqandin.