Kremlînê mercên rawestandina êrîsan eskere kir: Wê operasyon bi carekê bidawî bibe...
07 adar 2022 22:40
PeyamaKurd – Di roja 12an a êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê de, Berdevkê Kremlînê mercên bo dawîanîna operasyona artêşa Rûsyayê eşkere kir û got, heger ew bicih werin dê operasyon were bidawîkirin.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji ajana Reutersê re daye xuyakirin, heger Kîev mercên Rûsyayê bicih bîne ew amade ne êrîşan bi carekê rawestînin.
Peskov gotiye, wan mercên xwe gihandine aliyê Ûkraynayê ku ew merc ev in:
“Em dixwazin Ûkrayna dawî li operasyonên leşkerî bîne, bêalîbûna dewletê bi guhertina destûra bingehîn misoger bike, Kirimê wekê beşek ji Rûsyayê nas bike û serxwebûna axa her du komarên Donestk û Luhanskê nas bike.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Daxuyaniya Pentagonê li ser rawestandina êrîsan!
14 sbt 2024
Cîhan
PDK û YNKê mercên ji bo besdariya hikûmeta bê ya Iraqê eskere kirin
29 cot 2025
Cîhan
HSDê banga dîyaloga navxweyî û rawestandina êrîsan kir
02 rbn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin