Kremlînê li ser plana Trump a bo Xezeyê daxuyanî da

10 sibat 2025 17:39
Kremlînê li ser plana Trump a bo Xezeyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov îro di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a bo Xezeyê nirxand.

Peskov got ku Kremlîn derbarê planê de “Li benda hûrguliyên zêdetir e.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh di daxuyaniya xwe de ya li balafira Air Force Oneê diyar kiribû ku Amerîka dê bibe xwediya Xezeyê û bi rêya welatên din ên dewlemend ên Rojhilata Navîn wê ava bike û wiha gotibû: “Ez bi biryar im ku ez ê Xezeyê bikirim û bibim xwediyê wê.”

Trumpê ku berê gotibû Amerîka dê Xezeyê wergire îdia kir ku tiştekî ku bo vegera Xezeyê nemaye û wiha got: “Wir pir ne ewle ye, lê em ê wê bikin cihekî pir xweş ku dê di pêşerojê de ji aliyê hinan ve were pêşxistin. Em ê rê bidin welatên din ku wê pêş bixin. Wê xweş be. Ji çar aliyên cîhanê mirov dikarin bên û li wir bijîn.”

Peskov: 1,2 milyon filistînî li Xezeyê dijîn, meseleya sereke ev e

Ji Berdevkê Kremlînê Peskov hat pirsîn ka Rûsya plana Trump qebûl dike an na. Peskov diyar kir ku li Xezeyê 1,2 milyon kes dijîn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê, Peskov got,

 “Eger em behsa planeke tevgerê ya hevgirtî dikin, wê demê hêja ye ku em li benda hûrguliyan bin. Em behsa 1,2 milyon filistîniyan dikin ku li wir dijîn; belkî meseleya sereke ev e.  Ev ew  kes in ku ji aliyê peywendîdar (Neteweyên Yekbûyî) ve soza çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn ji bo wan hatiye dayîn.”