Kremlîn: Encamên dilsoj li benda Ewropayê ne
PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov, li ser rewşa enerjiyê ya Ewropayê daxuyaniyek da û ragihand ku piştî Rusya gaza xwezayî qut kir, dê encamên hîn dilsoj ji bo Ewropayê çêbibin.
Dimitry Peskov, bi rêya qenala televîzyonê ya Rossiya 1ê axivî û bi rêya vê axaftinê peyamên vekirî da Ewropayê. Peskov got ku dûrketina ji enerjiya Rusyayê, dê ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) encamên gelek dilsoj peyda bike û bêkarsazîbûn dê di 20 salên pêşiya me de dewam bike.
Peskov di dewama axaftina xwe de bal kişand ser buhayên zêde yên gaza Amerîkayê û got,
“Amerîkayî êdî bi buhayên gelek zêde gazê difiroşin welatên Ewropayê û pereyên gelek zêde bi dest dixin. Ewropa jî pereyan didin wan, bi vî awayî aboriya xwe ji hêza rikeberiyê bêpar dihêlin. Hilberîn hildiweşe, bêkarzasîbûn dest pê dike.
Bi îhtîmaleke mezin herî kêm di nav 10 an 20 salên pêş de dê ji bo parzemîna Ewropayê, encamên dilsoz û dilşewat peyda bibin.”
Berdevkê Kremlînê Peskov diyar kir ku Amerîka gazê bi buhayên 3 yan 4 qatan difiroşe û ji ber ku Ewropa jî van pereyan didin peydakerên Amerîkayî, aboriya wan hinek din dikeve rewşa rikeberiya kêm.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin