Koska Sipî: “Kovid-19 bo %99 nexwesên xwe bêzarare”

07 tîrmeh 2020 03:34
Koska Sipî: “Kovid-19 bo %99 nexwesên xwe bêzarare”

PeyamaKurd- Berdevka Koşka Sipî Kayleigh McEnany ragihand ku tîpa nû ya Kovid-19 ê ya ku li Amerîkayê hatiye tesbîtkirin, kesên ku pê nexweş dikevin bo %99 ên wan bêzerare û nisbeta mirina li welat gelek kêm e.

McEnany li Koşka Sipî civîna çapemeniyê lidarxist û behsa rewşa Kovid-19 ê kir û behsa axaftina serokê Amerîkayê Donald Trump ya di ‘roja serxwebûnê’ de kiribû, kir. Li ser mijara ku Kovid-19 bo %99 nexweşan bêzerare got:

“Beyana Trump bi awayekî zanistî ye û bingeha axaftina wî li ser rastiya zanistê bû. Di welatê me de nisbeta mirinê li gor yên Awrûpayê gelek kêm e. Trump ne ku pandemiyê biçûk dibîne, berevajiyê wê, gelek girîngiyê dide pandemiyê.”