Konsulxaneya Tirkiyeyê peyama sersaxiyê ji bo Pêşmergeyan da
Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyeyê ya Hewlêrê peyama sersaxiya ji bo malbatên Pêşmergeyên ku di êrîşa Îranê de şehîd bûyîn ragihand.
RûpelNews - Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyeyê ya Hewlêrê derbarê êrîşa ku ji aliyê Îranê ve hatî kirin, ku tê de şeş Pêşmerge şehîd bûbûn û 20 Pêşmerge jî birîndar bûbûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Peyama ku li ser hesabê X yê Konsulxaneyê hate parvekirin, wiha ye:
"Em ji ber qurbaniyên Hêzên Pêşmerge yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê sibehê, gelekî xemgîn in.
Em sersaxiya xwe pêşkêşî malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Iraqê dikin."
