KCKê ji bo Yalçin Kuçuk peyama sersaxiyê weşand
Di daxuyaniya KCKê de hat destnîşan kirin ku Yalçın Kuçuk, ji bo Abdullah Ocalan digot, “Brayê min Apo” û wî Ocalan wek "dostekî nêzîk" didît.
RûpelNews - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê ji bo Yalçın Kuçuk peyameke sersaxiyê weşand.
Di peyama sersaxiyê ya ku ji bo Yalçın Kuçuk hat weşandin de, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê ew wekî "yek ji rewşenbîrên pêşeng ên Tirkiyeyê" bi nav kir û sersaxiya xwe ji malbata wî û hêzên demokrasiyê re ragihand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ocalan qîmeteke mezin dida Kuçuk û di navbera herduyan de pêwendiyeke dostane û ji dil hebû ku her du jî gelek varan ji bo hevpeyvînê dihatin ba hev.
Daxuyanî wiha devam kir: "Sosyalîstên hêja yên wekî Yalçın Kuçuk, Mihri Belli, Hikmet Kıvılcımlı û Vedat Turkali wek pireke biratiyê di navbera gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê de kar kirine, Yalçın Küçük, ligel Mihri Belli, Hikmet Kıvılcımlı û Vedat Turkali, dê ji bo têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê jî bê bîranîn.
