Konsulxaneya Amerîkayê sersaxî da malbata Pêsmergeyê sehîd

15 berfanbar 2020 18:40
Konsulxaneya Amerîkayê sersaxî da malbata Pêsmergeyê sehîd

PeyamaKurd - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, li ser şehîdkirina Pêşmerge Ebdurehman Emîn ji aliyê çekdarên PKKê ye, peyameke serxweşiyê belav kir.

Konsulxaneya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em sersaxiyê pêşkeşî malbata Mulazimê Yekem Ebdurehman Emîn dikin ku di rûbirûbûnekê de ligel çekdarên PKKê li nêzîkî Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê jiyana xwe ji dest da.”

Pêşmerge Ebdurehman Emîn şeva 13ê Kanûna 2020an, di encama êrîşeke çekdarên PKKê de, ku bi ser xala kontrolê ya hêzên Pêşmerge, li gundê Dêreşî yê navçeya Amêdiyê ya Duhokê pêk anîbûn şehîd bûbû.

Balyozxaneya Brîtanya ya li Hewlêrê jî bi peyamekê sersaxî dabû malbata Pêşmergeyê şehîd û dabû xuyakirin, PKK rêxistineke terorîstî ye ku divê li ser axa Herêma Kurdistanê nemîne.