Konsulxaneya Amerîka: USAIDê pistgirî da 100 dibistan û 30 navendên tenduristiyê li Singalê
PpeyamaKurd – Hate ragihandin ku ajansa Amerîkayê ya ji bo Pêşketina Navdewletî (USAID) ji nîvê sala 2018an û vir ve, piştgirî daye 100 dibistan û 30 navendên tenduristiyê li Şingalê.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê îro 18ê Tebaxê da xuyakirin, “Ji nîvê sala 2018an ve, Ajansa Amerîkayê ya ji bo Pêşketina Navdewletî (USAID) bi awayekî çalak beşdarî çareserkirina kêşeyên ku bûne rêgir li pêşiya aramî û tevlîbûnê li bakurê rojhilatê parêzgeha Nînowayê bûye.”
Konsulxaneyê diyar kir: “Ajansê bi hevkariya civakên xwecihî, 82 destpêşxerî ji bo baştirkirina xizmetguzariyên giştî li navçeya Şingalê tenê kirine.”
Hate gotin: “Ev destpêşxeriyên han piştgiriya nêzîkî 100 dibistan, 30 navendên tenduristiyê û hejmareke mezin ji xizmetguzariyên din wek av, şaredarî, elektrîk û çandiniyê ne.”
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê eşkere kir: "Van hewlan, jîngeheke guncayî ji bo vegera malbatên Êzidî çêkir û aloziyên li pêş gihandina xizmetên giştî jî kêm kirine.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin