Amerîka ji bo konsulxaneya xwe ya Sûdanê tehliye bike bende ne ku lesker bisîne Cîbûtiyê

21 nîsan 2023 01:08
Amerîka ji bo konsulxaneya xwe ya Sûdanê tehliye bike bende ne ku lesker bisîne Cîbûtiyê

PeyamaKurd – Li Sûdanê şerê navxwe dewam dike û jiyana temamê dîplomatên welatan yên ku ku li payîtexta Sûdanê Hartûmê ne, di talûkê de ye. Do Almanya ji ber şer nikaribû tehliya dîplomatên xwe ji Hartûmê bikira. Niha dewleta Amerîkayê dixwaze dîplomatên xwe yên li Sûdanê tehliye bike lê ji bo karibe operasyonê bêqûsûq bike, bende ne ku leşkerên zêde li welatê Cîbûtiyê bicîh bike.

Ji bo karibe tehliya xebatkarên konsulxaneya Sûdanê bike, divê Pentagon operasyonê bike. Li gor ragihandina Pentagonê:

“Ji bo em karibin xebatkarên serkonsulxaneya Amerîkayê ji Sûdanê bikin, ji bo em ji bûyerên ku em ne bende ne bibin, nêzî herêmê em hêzên şiyanî bicîh bikin.”

Li Sûdanê heya niha di şerê navxwe de 330 kes hatine kuştin û 3.200 kes birîndar bûne.