Konsûlê Fransa: Em dixwazin asta veberhênanê li Kurdistanê zêde bibe
PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Fransa yê Hewlêrê Yann Braem got, li ber ronahiya pêwendiyên bihêz ên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de, em li bendê ne ku asta veberhênanê li Herêma Kurdistanê zêde bibe.
Yann Braem ji K24ê re gotiye, “Pêwendiyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de gelek bihêz in û em di wê baweriyê de ne ku jîngeheke aborî ya gelek guncav a Herêma Kurdistanê di hemû beşên cuda de heye, di nav wan de jî sektora çandinî û sektorên din.”
Braem diyar kir, çend kompanî û kargehên Fransî li Herêma Kurdistanê kar dikin. Bi berçavgirtina pêwendiyên bihêz ên ku hene, em bi hêvî ne ku asta veberhênanê zêdetir bibe.
Konsûlê Fransayê da zanîn: “Ji bo vê yekê jî aliyên pêwendîdar ên Fransa û Herêma Kurdistanê li ser lidarxistina konferanseke hevbeş li hev kirine. Ev jî dibe sedem ku Fransa bi şiyanên xwe yên cuda, zêdetir piştgiriya Herêma Kurdistanê bike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin